Nivîskar Başkaya ji doza xwe berat bû

  • rojane
  • 12:10 22 Mijdar 2019
  • |
img

ENQERE – Nivîskar Fîkret Başkaya di danişîna doza xwe de got: “Her tim dayîna bedela gotina rastiyan heye. Her tim yên wî bedelî bidin hene. Ji wan re jî dibêjin ronakbîr.” Dadgehê derbarê Başkaya de biryara beratê da.

Nivîskar Fîkret Başkaya di malbera înternetê ya Zanîngeha Azad de di sala 2016’an de bi sernavê “Ya esil terora dewletê ye” nivîsek dabû weşandin. Ji ber vê nivîsê derbarê Başkaya de bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin û danişîna biryara dozê li 21’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin. 
 
Başkaya yê ne girtî û parêzerên wî Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Levent Kanat û Yusuf Alataş di danişînê de amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Mensûr Işik, Fîlîz Kerestecîoglu, Kemal Bulbul û Omer Farûk Gergerlîoglu, Parlamenterê CHP2ê Abdullatîf Şener, nivîskar Temel Demîrer, helbestvan Ahemt Tellî, nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, akademîsyen Baskin Oran nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol, Hevserokê HDP’a Enqereyê Huseyîn Gever dozê şopandin. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Dozger mutalaya xwe ya danişîna berê dubare kir. 
 
BAŞKAYA: BEDELEK HEBE DÊ WERE DAYÎN 
 
Pişt re beriya biryar bê eşkerekirin nivîskar Başkaya parastina xwe kir û wiha got: “Armanca min di nivîsê de ew bû ku ez têgehên teror û terorîst rave bikim. Zîra di vê qadê de serî tevlîhevkirinek û rewşek şaş fêmkirinê heye. Dema peyv ango têgeh ne di cihê xwe de tên bikaranîn encamên neyînî li pey xwe tînin. 
 
Di esasê xwe peyva ‘teror’ bi serê xwe amûra sûc kirinê ye. Pergala îroyîn dixwaze azadiyan tune bike. Her tim dayîna bedela gotina rastiyan heye. Her tim yên wî bedelî bidin hene. Ji wan re jî dibêjin ronakbîr.” 
 
Di danişînê de parêzerên Başkaya jî parastina miwekîlên xwe kirin. Piştî parastinan dadgehê biryara beratê derbarê Başkaya de da.