Prz. Fuat Şengul hat girtin

  • rojane
  • 12:19 22 Mijdar 2019
  • |
img
BALIKESÎR - Parêzerê Baroya Îzmirê û endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Fuat Şengul, bi hinceta bi muwekilê xwe re hevdîtin kiriye piştî hat binçavkirin, sewqî dadgehê kirin û li dadgehê hat girtin. 
 
Parêzerê Baroya Îzmirê û endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Fuat Şengul, bi hinceta li Balikesirê bi muvekkilê xwe re hevdîtin kiriye, der barê wî de lêpirsîn vebû. Fuat 2 roj berê hat binçavkirin û piştî li mala wî u buroya wî lêgerîn kirin, sewqî dozgeriyê kirin. Şengul, piştî li dadgehê hat girtin, Şandin Girtîgeha Tîpa L a Kepsut a Balikesîrê. OHD, girtina endamê xwe Şengul li ser medya civakî parve kirin û banga piştevaniyê kirin. Parêzerên ji bo piştevaniyê çûn, li Edliyeya Balikesirê  radiwestin.