Li Dîlokê 16 kes 9 roj in di bin çavan de ne

  • rojane
  • 12:18 22 Mijdar 2019
  • |
img
DÎLOK - Ji 57 kesên ku di 14'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin, 16 jê ji ber ku dema binçavkirina wan cara duduyan hat dirêjkirin, 9 roj in di bin çavan de ne.
 
Serokê Berê yê Şaxa Mafê Mirovan (ÎHD) a Dîlokê û Endamê Komîsyona Girtîgehên Navendî Parêzer Ahmet Hartavî, piştî binçavkirina xwe ya 8 rojan, duh sewqî edliyeyê hat kirin. Di saetên şevê de dozgeriyê îfadeyê wî girt û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. 
 
Hartavî, li dadgehê bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
16 kesên ku duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin, dema binçavkirina wan ji bo 4 rojan cara duyemîn hatibû dirêjkirin. Ji 57 kesên ku hatibûn binçavkirin, heta niha 27 kesan anîne edliyeyê. Ji vana jî 19 jê hatine girtin û 8 jê jî hatine berdan. Her wiha 13 jê jî piştî îfadeyên xwe yên li emniyetê hatin berdan.