Partiya 26 sal berê hat girtin: OZDEP

  • rojane
  • 09:26 22 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava dewletên cîhanê de yek ji dewletên herî zêde partiyên siyasî lê tên girtin Tirktiye ye. Her çend hikûmetên Tirkiyeyê bi hiqûq û demokrasiyê pesnê xwe bidin jî ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha 58 partiyênsiyasî hatin girtin. Yek ji van partiyan Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) bû. OZDEP 26 sal berê di 23'ê Mijdara 1993'an de hat girtin. Tenê 13 mehan li ber xwe da.  

 
Li Tirkiyeyê ji roja avakirina Komara Tirkiye heta niha 58 partiyên siyasî ji aliyê dadgehê ve hatine girtin. Di nava van partiyan de 5 partiyên Kurdan hatin girtin. Yek ji van partiyan Partiya Azadî û Demokrasiyê (OZDEP) bû. OZDEP 26 sal berê di 23'ê Mijdara 1993'an de hat girtin. 
 
Sazumankarê OZDEP'ê Mevlut Îlîk bû. Di 19'ê Cotmeha 1992'an de hat avakirin û di 23'ê mijdara 1993'a de hat girtin. Tenê 13 mehan li ber xwe da. Nûnertiya gelê Kurd dikir. Partiya Navendî ya Çepgir bû. OZDEP piştî HEP'ê hat avakirin. Bi îhtimala ku HEP bê girtin hat avakirin û di 19'ê Cotmeha 1992'an de hat avakirin. Her çend Rêveberên OZDEP'ê der barê partiyê de di 30'ê Nîsana 1993'an de biryara fesih dan jî beyî biryar bigêje Dadgeha Destûra bingehîn, Dadgehê biryara girtinê da. 
 
DI 30 SALÊN DAWÎ DE HERÎ ZÊDE PARTIYÊN KURD BÛN HEDEF: 5 PARTIYÊN KURDAN HATIN GIRTIN 
 
Di 7'ê Hezîrana 1990'an de HEP hat avakirin. Di hilbijartina 20'ê Cotmeha 1991'an de 18 parlamenterên HEP'ê tevî SHP'ê ketin Meclîsê. Di 31'ê Adara 1992'an de parlamenterên HEP'ê ji SHP'ê îstîfa kirin û derbasî DEP'ê bûn. Di 4'ê Tîrmeha 1992'an de OZDEP a bi îhtimala HEP bê girtin hatibû avakirin tev li HEP'ê bû. Di 7'ê Gulana 1993'an de DEP  hat avakirin. Di 14'ê Îlona 1993'an de HEP hat girtin. Di 23'ê mijdara 1993'an de Dadgeha Destûra Bingehîn OZDEP girt. Di 11'ê Gulana 1994'an de HADEP hat avakirin. Di 16'ê Hezîrana 1994'an de DEP hat girtin. Di 24'ê Cotmeha 1997'an de DEHAP hat avakirin. Di 13'ê Adara 2003'an de HADEP ji Aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat girtin.  Di 9'ê Mijdara 2005'an de DTP  hat avakrini. Yekem car Partiya Pergala Hevserokatiyê hat avakirin. Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk hatin hilbijartin. Di 11'ê Kanûna 2009'an de hat girtin. 
 
 
DI 94 SALAN DE 58 PARTÎ HATIN GIRTIN
 
Li Tirkiyeyê yekem partiya hat girtin Partiya Firkaya Komarê ya Terakkiperverê (Terakkiperver Cumhuriyet Fırkası), di 3'ê Hezîrana 1925'an de bi biryara  Lijneya Wezîran hat girtin. 6 sal şûnde Firkaya Komarê ya Ahalî (Ahali Cumhuriyet Fırkası) di 21'ê Çileya 1931'an de dîsa bi Lijneya Wezîran hat girtin. 15 sal şûnde Partiya Rençber û Gundiyan (Çiftçi ve Köylü Partisi) jî di 24'ê Nîsana 1946'an de hat girtin. Partiya Parastina Îslamê (İslam Koruma Partisi) di 12'ê Îlona 1946'an de vê carê ji aliyê Dadgeha Eskerî ve hat girtin. Di 1946'an de partî bi biryara Dadgeha eskerî hatin girtin.
 
DI SALA 1981'AN DE 17 PARTÎ JI ALIYÊ DADGEHA ESKERÎ VE HATIN GIRTIN
 
Beriya  darbeya Eskerî ya 12'ê Îlona 1980'ê Partiya Kedkaran a Tirkiyeyê (Türkiye Emekçi Partisi) di 8'ê Gulana 1980'an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehin ve hat girtin. Di sala 1981'an de jî di nava salekê de 17 partî ji aliyê Dadgeha Eskerî ve hatin girtin. Salê bi girtina Partiya Edaletê dest pê kir û sal di cotmeha 1981'an bi girtina Partiya Jinan a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Türkiye Ulusal Kadınlar Partisî) û Partiya Vatan (Vatan Partisi) bi dawî bû. 
 
Ji salên 90'an heta niha herî zêde Partiyên Kurdan bûn hedef û di nava 30 salên dawî de 5 partiyên kurdan hatin girtin. Herî dawî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di 11'ê Kanûna 2009'an de hat girtin. 
 
MA - Mehmet Alî Ertaş 
 

Sernavên din

13/12/2019
21:28 Dayika edîtora ajansa me Ziyan Karahan jiyana xwe ji dest da
20:48 Ma Muzîk: Em ê zarokên xwe bê stran nehêlin
19:18 Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin
18:42 Rojnameger Kanbal beraet kir
17:04 Hevserokê HDP’a Bazîdê Ekelek û welatî Muftuoglû hatin girtin
17:04 Dersîm Dag qedexe û nelirêtiyên Sûrê bir rojeve Meclisê
16:45 Baroya Amedê bertek nîşanî berata bersûcên JÎTEM’ê da
16:32 Li Panosê 9 kes hatin binçavkirin
16:18 Erdal Eren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 Hevşaredar Yilmaz ji ber xebatên hilbijartinê di bin çavan de ye
15:45 Polîsan li Farqînê kêlika gorê revandin
15:41 Li Edeneyê ji bo mîtînga 'Em dixwazin bi mirovane bijîn' bang kirin
15:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Di salekê de 305 jin hatin qetilkirin
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Binçavkiriyên Mêrdînê berdin
15:08 10 cenaze piştî 2 salan teslimî malbatan kirin
14:21 Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir
14:02 Daxwaza neqilkirina doza Muzeyyen Boylû nehat qebûlkirin
13:52 Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e
13:04 Di bernameya partiya Davutoglu de ‘Kurd' tune, ‘têkoşîna bi terorê re heye'
13:04 Çavûşoglû bi Lavrov re hevdîtin pêk anî
12:26 Kubîlay: Heke li Dutaxê karên dijqanûnî nayên kirin, çima destûrê nadin şandeya me?
12:23 Rêxistinên pîşeyî: Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin
12:00 Parlamentera HDP’ê ya berê Bîrtane hat berdan
11:34 Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
11:29 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
11:25 Dadgehê bersûcên ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ berat kir
11:08 Cenazeyê Çinar ê HPG’î di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:55 Komxebata 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd' a li Kobanê bi dawî bû
10:53 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tekane çeka hevjînê min pênûs û wênekêşa wî ye
10:17 Ceylan bersiv da Soylû: Ev rêbaz di salên 90'î de jî hat ceribandin
10:16 Govendgerandin, geşt û seyran jî sûc e!
10:16 Rojavayiyê bi îdiaya 'Endamtiya YPG'ê' ceza lê hat birîn doza alîkariya hiqûqî kir
10:15 Dosyeyên Silopya faîl nediyar man: Em ê wan rojan qet ji bîr nekin
09:28 Bi wêne û nûçeyan Azîz Oruç
09:21 Sûr tê texrîbkirin!
09:20 Wê OHD panela 'Maf û Edaletê' li dar bixe
09:20 Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike
09:19 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî divê em bi hev re rabin ser piya'
09:18 Bazar bi bazar digerin, lê li her bazarê zem li ser zemê heye
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN
12/12/2019
20:20 Vê carê jî li Amedê zarokek ji ber çîkolateya bişirinqe mir
19:42 Hevşaredara Qelqeliyê dîsa birin girtîgehê
19:21 Hevjîna Mûrat Kaya hat berdan
18:31 Zarokekî 13 salî hat kuştin
16:49 HDP’iyan got ‘endamên îstîxbaratê’ gefan li wan dixwin
16:40 Taşdemîr: Weke rojnameger Orûç hûn herkesî 'terorîst' îlan dikin
16:15 ‘Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirina mafan’
16:14 99 kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn binçavkirin hatin girtin
16:07 Cenazeyê Tekay di bin dorpêça polisan de hat veşartin
15:37 Kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin bi xebatên KCD'ê tên sûcdarkirin
15:12 Li gel biryara DMME’yê da jî dozger darizandina ji nûve red kir
14:46 Davûtoglû ji bo partiya xwe serlêdan kir
14:42 Esper: YPG ne 'rêxistina terorê' ye
14:26 Agahî ji 2 HDP'yan nayê girtin
14:12 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:03 Li Êlihê çalakî û şahî dîsa hatin qedexekirin
13:29 Ocalan: We xiyanetê li hiqûqa biratiya hezarê salan kir
13:23 Girtiyê ku nayê tedawîkirin dermanên wî jî nayên dayîn!
12:22 Darizandina propandaya kêlêka goran pêk hat
12:21 Danişîna jinên li Hatayê tên darizandin hat taloqkirin
11:48 'Êrişa li dijî xwendekarên kurd polîtîkayek dewletê ye’
11:32 Cenazeyê Mûsa Kalkan li Pîranê hat definkirin
11:24 Ji girtiyê nexweş re lepik qedexe ye
11:07 Di cemaweriyê de firotina ‘kadroyê’: Ensarîoglu serkêş bû û Kurt jî di nav de bû
11:02 Di operasyona hişbirê ya Licê de senaryo guherî!
10:22 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê hat kuştin hêj di bin çavan de ye
10:03 KCD: Tecrîd binpêkirina mafan e, dawî li tecrîdê bînin
09:45 Hevşaredara Qoserê Yilmaz hat binçavkirin
09:24 Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin
09:23 Nivîskar Cewerî: Li hemberî qedexekeran, axaftina bi kurdî bi xwe serîhildanek e
09:22 Bavê ku dewletê 3 caran telefonî wî kir serî li ÎHD'ê da
09:21 Bi wêrekiya xwe pêşengtî ji Cizîrê re kir
09:11 Ji bo 6 hezar cotkarî biryareke emsal: Karê ku DEDAŞ'ê kiriye dijî rêziknameyê ye
09:09 Ne Xana Kurkvana ma ne jî kurkvan!
09:08 Ji ber greva birçîbûnê derbarê 7 kesan de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2019'AN
08:22 NY: Di çalakiyên li Iraqê de 424 kes hatin kuştin
11/12/2019
17:58 Li Bazîdê Rojnameger Oruç û Hevserokê HDP'ê binçav kirin
17:49 Parêzera li cem malbatan cih girt, doz li wê vebû
17:35 Şaredara Qelqeliyê rakirin nexweşxaneyê
17:29 Xwişk û birayên Murat Kaya serbest berdan
16:50 Li Amedê 17 kes hatin binçavkirin
16:39 Hevşaredarên Pasûrê tehliye bûn
15:26 Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin
15:16 Li Kobanê komxebata yekitiya neteweyî dest pê kir
15:13 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi beşdariya polîsan lêgerîn hatiye kirin
14:39 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû
14:05 Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin
14:04 Li gorî rapora CPJ: Herî zêde li Çîn û Tirkiyeyê rojnamevan girtî ne
13:43 Li Mêrdînê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:41 Dema maşîneya polîsan digeriya teqîn pêk hat
13:35 Rêxistina Efûyê: Divê Tirkiye biryara Kavala li ber çavan bigire
13:21 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Şahîn û Gayîp hat rakirin
13:17 Lênûska wî ji ber peyva ‘Kurd û Kürdistan’ desteser kirin û ceza kirin
13:14 Haber-Sen: Kedkarên postaxaneyê wek koleyan tên xebitandin
12:57 Bi hênceta ‘pere ji girtiyan re şandine’ hatin binçavkirin
12:46 Angaştnameya hevşaredarên Rêya Armûşê hat amadekirin
12:04 Eskeran 4 kes li Licê binçav kirin
11:51 Bêzimaniya me û kurdiya TRT 6’ê
11:09 Bîlîcî: Ger ku parazvanên mafên mirovan di bin zextan de bin, her kes di bin zextan de ne