• img

    Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê: Çinar: Ji bo yekîtiya neteweyî mutabakat lazim e

    Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Sedat Çinar, têkildarî xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd diyar kir ku pêdivî bi mutabakata li ser hîmên şênber hatiye avakirin lazim e û ger ku gav bi vî rengî bên avêtin dê bifikirin.

  • img

    Kuştina Silêmanî û hevsengiyên li Rojhilata Navîn

    Piştî kuştina Qasim Silêmanî, rageşiya di navbera DYA-Îranê de zêde bû û ev rageşî dike ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn bên guherandin. Tê gotin haya Rûsya û Îsraîlê ji vê sûîqastê hebûye û zanibûne wê bê kirin.

  • img

    Rejîm û Rûsya li ber derê QSD'ê ne HTŞ jî di xeyala Helebê de ye

    Tê gotin ku Rûsya û rejîma Esad ji bo Îdlîbê ku bûye gêrika şerê navxweyî yê Sûriyeyê, bi QSD'ê re tên gel hev. HTŞ û komên din ên din ên li Îdlîbê jî ji ber ku piştgiriya dixwazin ji Tirkiyeyê negirin, bi armanca pêşî li êrîşên li hemberî xwe bigirin çav berdana navenda Helebê.

  • img

    Selefiyên li Idlibê dişînin Libyayê

    Îtîfaqên Serdestan ên li Sûriye û Libyayê li gorî eniyan tên guhertin. Her ku enî tê guhertin îtîfaqên wan jî tên guhertin. Hat îdîakirin ku Tirkiye 500 endamên çekdar ên selefî şandine Lîbyayê. Lê têkildarî vê yekê tu kesî dengê xwe dernexist. Di hamleyên ku wekî 3'emîn şerê cîhanê tê pênasekirin, gelek nexşe ji nûve tên xêzkirin.

  • img

    'Roboskî dibe ku destpêk be'

    Di ser komkujiya Robaskî re 8 sal derbas bû. Lêgerîna malbatan a “edaletê” 8 salin didome. Malbat dê îsal di sala 8'an de 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser goristanê bibîr bînin. Ferhat Encu ku 3 salan girtî ma jî dê îsal beşdarî merasimê bibe. Encu, anî ziman ku armanc dikin ku ji nûve dosya dozê vekin û wiha got: “Ger ku em îtîrazek bi hêz bikin dibe ku Roboskî bibe destpêk."

  • img

    Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike

    Di ser komkujiya Roboskê ya 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê hatin kuştin re 8 sal derbas bûn. Li dijî faîlên ku ji aliyê Dadgehên herêmî, AYM û DMME'ê ve bê ceza hatin hiştin, bi delîlên nû dosya ji nûve şandin pêş Dozgerê Komarê yê Qilebanê.

  • img

    Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!

    Komên selefî ku di polîtîkayên Rojhilata Navîn ên Tirkiyeyê de aktorên qadê ne, li Îdlibê asê bûn. Tirkiye ku ji bo parastina van koman dengê xwe nagihîne rojava, vê carê li deriyê Rûsyayê çareseriyê digere.

  • img

    Di 2019’an de daraz bi biryarên xwe bû rojeva sereke

    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku divê girêdana “fizîkî û zîhnî” ya darazê ya bi îqtîdarê were birîn û got: “Polîtîkaya bêceza hiştinê nahêle ku hêzên tarî yên di nava dewletê derkeve holê.”

  • img

    Destê siyasetmedardên Kurd duh jî û îro jî di kelepçeyê de ye

    Di ser operasyona li dijî siyasetmedar û şaredarên Kurd ên destê wan kelepçe kirin û rêz kirin re 11 sal derbas bû. 11 sal berê şaredar û siyasetmedarên Kurd destê wan kelepçe kirin û wêneyê wan parve kirin. Têkildarî mijarê Prz. Muharrem Erbey, diyar kir ku zilma duh û îro nehatiye guhertin û wiha got: "Hişmendî nehatiye guhertin. Destê siyasetmedarên kurd duh jî kelepçe kirin û îro jî kelepçe dikin."

  • img

    Rojhilata Navîn ketiye etra canê xwe Tirkiye ketiye etra ‘YPG’ê

    Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê li Sûriyeyê xist rewşek din. Planên nû ketin nava liv tevgerê. Rûsya û Tirkiye di mijara Libyayê de ketin nava nakokiyan û şirîkatiya wan şolî bû. Hesbê DYA û Welatên Ewropa jî dixwaze ku Tirkiye ji Rûsya qut bike. Tirkiye jî ketiye etrağ YPG'ê ku di lîsteya 'terorê' de bi cih bikin.

  • img

    Qewimînên li Iraqê, pêvajoya qanûna bingehîn û tesîra wê ya li ser Başûr...

    Ji dîrokê heya niha desthilatdarî tu carî nebûye awayê rêveberiya civakê ya bi şêweya wekheviyê. Her tim hewl daye civakê bifetisîne û qanunên xwe bi awayekî yekreng û yekdeng bi rê ve bibe. Niha tiştên di hikumeta Iraqê de diqewimin jî heman tişt in. Desthilatdar, ji bo kursiya xwe de berpirsyariyên xwe yên ji bo gel pêk naynin. Ji bo berdewamiya hikmên xwe, bi her awayî hevkariyê bi hev re dikin.

  • img

    Hesabên Amerîka û Rûsya Şerê Sûriyeyê kûrtir dike

    Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji Adara 2011'an ve didome, bi êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku Amerîka û Rûsya di pevçûnên xwe yên berjewnediyan de wê bi kar tînin, kûrtir bû. Amerîka dixwaze li ser qadên petrolê û Rûsya jî dixwaze li ser navendên enerjiyê serwer bibe. Reveberiya Xweser û QSD ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe didin jî ji bo parastina pergala ku ava kirine, bi gelek welatên Ewropayê re di nav têkiliyê de ne.

  • img

    Wê nexşerêya nû ya HDP'ê bibe çi: Rêya sêyemîn an Sîne-î millet?

    Dê HDP'ê sibê li Enqereyê bi pêkhateyên xwe hemûyan re bicive û nexşerêya xwe ya nû diyar bike. Nîqaşa bersiva polîtîkaya tundiya didome û qeyûman bimeşîne û wê ya bi biryara "sîne-î millet" ji Meclisê vekişe yan jî bi parastina destkeftiyên xwe hilbijarteya "Rêya Sêyemîn" mezin bike.

  • img

    Armanca TSK-SMO ya li gorî agirbestê tevnagere, Til Temir û Rêya M4 e

    Piştî DYA û Rûsya bi Tirkiyeyê re mutabakata agirbestê îlan kir, li gel ku heta niha QSD li gorî mutabakate tev digere jî Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Hêzên bi pere yên girêdayî Tirkiyeyê SMO, li herêma 32 kilometreyan êrîşên xwe berdewam dike. SMO(ANS) êrişî Rêya bejayî ya M4 û Til Temîrê dike û dixwase herêmê desteser bike. DYA û Rûsya jî vê yekê temaşe dikin.

  • img

    Îttifak û stratejiyên nû li Sûriyeyê tên avakirin

    Piştî Tirkiye bi destûra DYA û Rûsya ket axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dest bi êrîşan kir, hevsengiya li qadê hat guhertin. Rêveberiya Xweser, ji bo pêşeroja Sûriyeyê bi Rejîma Şamê re ket nava tevgerê, Rûsya û DYA jî her çend li hev kiribin jî, niqaşên li ser petrolê didomin.

LÊGERÎN